Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Soza Tolhildana Êrîşêke Dijî Wê Dide


Îran Soza Tolhildana Êrîşêke Dijî Wê Dide
Îran Soza Tolhildana Êrîşêke Dijî Wê Dide

Rêberê mezin yê Îranê Ayetollah Alî Xameneyî hişyarî da ku welatê wî dê hember toleyên neftê yên bi piştgirîya Rojavayê û gefên êrîşekê dijî wê, bê deng nemîne û tola xwe rake.

Xameneyî wan gotinên xwe wekî bersîvekê dijî gotinên Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkî Leon Panetta dan. Raportên medyayî ragihandibû ku birêz Panetta gotîye, ew bi tirs e ku Îsraîl dikare di nav çend mehên were de êrîşî Îranê bike.

Şîroveyên Xameneyî îro Înê di televîzyona dewletê de hate weşandin, dema wî axaftineke ser salvegera Înqilaba Îslamî ya sala 1979’an pêşkêş dikir.

Xameneyî got, tole û cezayên dijî wan wê bandorek li ser programa navokî ya Îranê neke. Wî her wiha got, Îranê dê alîkarîya her netewekî an jî grubekê bike ku li dijî Îsraîlê raweste.

XS
SM
MD
LG