Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bingehên HDK û HDKÎ Tên Bumbebarankirin


Îro Şemiyê Bingehên Hizba Demokrata Kurdistan(HDK) û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê(HDKÎ) û Kampa Penaberên Kurdên Îranê li Koyê hatin bimbebarankirin û karbidestên herdû hizban Îranê tawanbar dikin.

Niwênerê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Heme Salih Qadirî ji Dengê Amerîka re got ev bimbebaran ji aliyê du firokên bê firokvan ve bûye.

Ew dibêje bingehên herdû hizban nêzîkî hev bûn û ziyan di nava xelkê sivîl de hene.

Mekteba siyasî ya Hizba Demokrata Kurdistanê daxuyaniyek di vê derbarê de belav kir.

Daxuyaniyê got:

“Em raya giştî agahdar dikin ku îro Şemiyê demjimêr 10:45 berî nîvro û di dema pilînomeka komîta navendî de, bingeha Hizba Demokrata Kurdistanê rastî êrîşeka moşekan ji aliyê komara Îslamî ya Îranê ve hat.

Daxuyaniyê got di encama êrîşê de jimarek endamên hizbê jiyana xwe jidest dan lê berferehiyên zêdetir di vê derbarê de ranegihand.

XS
SM
MD
LG