Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ai: Divê li Ser Binpêkirina Mafên Mirov Lêpirsîn li Dij Raisî Hebe


Arşîv: Sêdaredan li Îranê
Arşîv: Sêdaredan li Îranê

Rêxistina navnetewî Amnesty International 'Ai' dibêje, divê lêpirsîn li dij kesatiyê olî yê tundrê Ebrahim Raisi bihê kirin, yê ku roja Şemiyê weke serokê nû yê Îranê hatî ragihandin, jber tawanên wî yên li dij mirovahiyê û "Helmetên wî yên zêde çewsandinê" li dij mafên mirovan.

Ajansa Nûçeyên Fransî AFP radigihîne ku rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî 'Ai' daxuyaniyek weşandiye û dibêje "Berzbûna Ebrahim Raisi, bo serokatiyê li şûna ku lêpirsîn li dij wî bê destpêkirin jiber tawanên dijî mirovahiyê yên weke kuştin, hindakirina bi zori û êûkencê, ev bîranînek metirsîdare ku bê sizayî li Îranê serdeste."

Amnesty International (Saziya Lêxweşbûna Navnetewî) dibêje Ebrahim Raisi endamekî "Komîta Mirnê" bû ku hindabûyên bi zorê û sêdaredana ji derveyî yasayê ya hezaran girtiyên siyasî yên opozisyon li sala 1988ê dema ku Serdozgerê Giştî bû li Tehranê.

Bersivdana derbarê pirsekê li sala 2018an û herwiha derbarê sêdaredanên sala par, Ebrahim Raisi red kir ku wî rol di wan tawanan de hebe, herçend wî îşaret pêda ku Daner û Rêveberê Komara Îslamî ya Îranê Ayatullah Xûmeynî fermana helmeta paqij kirinê dabû.

Ai dibêje"Çarenivîs û şop û ciyê termên qurbaniyan heta îro nediyarin, desthilata Îranê bi şêweke sistematîk vedişêre, û tawanên dijî mirovahîyê berdewam in".

Koma Zextê ku bingeha wê li London dimîne got, Raisî "Serperiştiya helmetên berdewam yên çewsandina mafên mirov kirîye." Dema ku ew serokê saziya Dadgeriya Îranê bû di du salên borî de. Û got helmeta çewsandinê pêkhatî bû ji "Desteser kirina hezaran rikeberên aştîxwaz û berevankarên mafên mirovan û endamên pêkhateyên çewsandî bi şêwekê hovane."

Herwiha dibêje "Di serdema wî de yasayê baladestî dabû hemû berpirsên hikûmetê û hêzên ewlekariyê yên berpirs ji kuştinên derveyî yasayê ya sedan zilam, jin û zarokan."

Herwiha "Hezaran xwepêşander rastî girtinên girseyî hatbûn, û ne kêmtir bi sedan jî, rastî hindabûnên bi zorê bûne û hatine êşkencedan û serederiyek gelek xerab li gel wan hat kirin dema nerazîbûnên li welat li Mijdara 2019ê de hebûn.

Herwiha got "Em dê daxwaza xwe ya lêpirsîna li dij Ebrahim Raisi berdewam bikîn ya têkiliya wî di tawanên berê û yên niha de li gorî yasaya navnetewî, di nav de wan dewletên ku Dadweriya Cîhanî peyrew dikin. "

Ji aliyê xwe ve, Ai bang li endamên Civata UN ya Ewlekariya Navnetewî dike da ku "Pêngavên zelal biavêjin bo çareseriya kirîza rizgarbûna sistematîk ya Îranê ji sizadanê."

Amnesty dibêje, pêdiviye li ser Endamên Civata Ewlekariya Navnetewî "mekanîzmayek bêalî ji bo berhevkirin û analîzkirina belgeyên tawanên herî giran li gorî yasaya navneteweyî yên li Îranê hatine kirin da ku asankarî jibo tedbîrên dadmend û serbixwe hebe".

XS
SM
MD
LG