Rêberê olî yê Îranê Ayetulah Alî Xamaneyî îro Çarşemê got ku kuştina fermandarên Hizbulahê dawî li wê rêxistinê nayîne.
Xamaneyî ser êrîşên esmanî yên kujer yên Îsraîlê yên dijî Hizbulahê got ku hêza rêxistinî û jêderên mirovî yên wê komê pir xurt e.
Xamaneyî got ku bi kuştina fermandarekî payabilind derbeke cidî li wê nakeve.
‘’Dawîya dawî wê berxwedana Filîstînîyan û Lubnanîyan bi ser keve. Îsraîl jiber ku nikare dijminên xwe têk bibe berê xwe dide kuştina sîvîlan."
Wezareta Saxlemî ya Lubnanê dide zanîn ku ji Duşemê vir ve di êrîşên Îsraîlê yên dijî Hizbulahê de 569 kes hatine kuştin.
Êrîşa herî kujer ya 20 salên dawî li dû şerê Hamas û Îsraîlê hat ku bi qasî salekê ye didome.
Îran ji destpêka Hizbulahê vir ve, ku ew koma çekdar ya Lubnanê sala 1982’yan ava bû, hevbenda wê rêxistinê ye.
Hefeya borî cîhazên peywendîyê û bêtêlên Hizbulahê peqîyabûn ku Xamaneyê ser wê girîya li Lubnanê, Washington tawanbar kiribû.
Washington dîyar kir ku ew planên Îsraîlê pêşve nizane, lê Xamaney got ku Amerîka hem dizane hem jî mudaxale dike.
Jêder: Reuters