Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zîndanîyên Kurd li Îranê Berî Sêdaredanê Hatine Êşkencedan


Sêdaredana Zîndaniyên Kurd li Îranê
Sêdaredana Zîndaniyên Kurd li Îranê

Rêxistina Mafên Mirov ya Kurdistan radigihîne ku 3 zîndaniyên Kurd li Îranê bi tawana ku sîxûrî bo Îsraîlê kirine, biryara sêdaredana wan hatiye dayîn.

Li gor rêxistinê du meh berê 3 girtiyên Kurd yên bi navên Wafa Hanara, Aram Omerî Berdiyanî, Rahman Parhazo û jina Azerî ya bi navê Nesîm Nemazî li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatine îdamkirin.

Li gor zanyariyên Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê, Wafa Hanare, Aram Omerî Bardianî û Rahman Parhazo bi tawana ku "alîkariya Îstixbaratî û sîxuriya ji bo Îsraîlê kirine" di hucreya yek kesî de hatibûn girtin û beriya bidarvekirinê ji aliyê berpirsên girtîgehê ve bi tundî hatibûn êşkencekirin.

Çavkanî dide zanîn ku, 10 roj beriya bidarvekirina wan, komîteyek ji Tehranê hatiye û daxwaz ji wan kiriye ku eger poşman bibin, ewê dosyeyên wan bişînin Komîsyona Lêborînê ya Dezgeha Dadweriyê, lê bêyî ku naveroka daxwaznamê nîşa wan bidin ew daxwazname bi wan daye imze kirin.

Çavkaniyê li gor agahiyên bidest xistine dibêje, ku di 28ê Kanûna 2023'an de bêyî haydarkirinê ew şandine hucreya yek kesî û piştî hevdîtina bi endamên malbata xwe re fêm kirin ku daxwaza wan hatiye paşguhkirin.
Ji ber wê çendê çend seatan beriya darvekirinê ew haydar dibin ku ew hatine xapandin û îmze bi zûrî bi wan daye kirin, li hember wê yekê jî karmendên girtîgehê êrîşî wan kirin û bi giranî hatin birîndar kirin. Paşê bi laşê pirr xwîn wan dikişînin cihê îdamê, ew diqîrin ku "Ew bêsûc in".

Cenazeyên girtiyan heta 29'ê Kanûna 2023'an radestî malbatên wan nehatine kirin û ne diyar e li ku derê hatine veşartin.

XS
SM
MD
LG