Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Serdana Tehranê Dike


Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku Serokwezîrê Îraqî Mistefa Kazimî roja Yekşemê gihêşte Îranê, rojek piştî ku ew çûbû Erebistana Saûdî di hewildaneka ji bo vejandina danûstandinên di navbera hevrikên herêmî û ji bo sivikkirina dijminahiya bi salan.

Îran û Erebistana Siûdî, ku hêzên sereke yên misilmanên şîî û sunî yên li Rojhilata Navîn in, di sala 2016an de têkiliyên xwe qut kiribûn. Her du alî piştgirî didin hevalbendên xwe li seranserê herêmê, ji Yemenê heta Sûriyê û deverên din.

Televîzyona fermî ya Îranê got: "Serokwezîrê Iraqê ligel şandeke payebilind ya rayedarên siyasî û aborî ji bo gotûbêjkirina mijarên herêmîî û dualî giheşte Têhranê." Aloziyên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de di sala 2019an da zêdetir bûn piştî êrîşa li ser bingehên neftê yên Erebistana Siûdî ku Riyadê Îran tawanbar kiribû, lê Tehran wan tawanan red dike.

Rayedarekî Îranî gote Reutersê ku “di sefera kazimî bo Îranê da dê jinûve destpêkirina danûstandinên Tehran û Riyadê bihên gotûbêjkirin”.

XS
SM
MD
LG