Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Raporta Reuters li dor Veguhestina Moşekan bo Îraqê Red Dike


Îranê raporta Reuters li dor veguhestina moşekan bo Îraqê red kir û got armanca raportê ewe gîhandina ziyanê bo pêwendiyên herdû welatan, li gor ajansa nûçeyan a dewletê IRNA.

IRNA li ser zimanê peyvdarê wezareta derve Bahram Qasimî ragihand ku “nûçeyên wiha sexte çi armanc nînin ji bilî ku bandorê bidin ser pêwendiyên Îranê yên derve û bi taybetî li gel welatekî cîran.”

Çavkaniyên Îranî, Îraqî û yên Rojavayî ji Reuters re gotine ku Îran moşekên balistî dide hêzên Şîiî yên Îraqê û şiyanên avakirina hinên din li wir pêşdixe.

Qasimî got:

“Armanca vê nûçeyê tenê çêkirina tirsê ye di nav welatên herêmê de.”

Hêjayî gotinê ku her nîşaneka çalakiyên dijminahî ji aliyê Îranê ve li herêmê wê girjiyan di navbera Tehran û Waşintonê de bilindtir bike û wê her wiha helwesta Fransa, Almanya û Brîtanya lawaz bike ji ber ku ew hîn hêviyan li ser rêkeftina navokî ya li gel Îranê girê didin, piştî derketina Amerîka.

XS
SM
MD
LG