Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê Dê bo Yekem Car Serdana Îraqê Bike


Serokê Îranê Hesen Rûhanî
Serokê Îranê Hesen Rûhanî

Serokê Îranê dê vê heftê bo cara yekem serdana Îraqê bike, di demekê de ku ji aliyê radîkalan ve rastî fişareke navxweyî tê li dor rêkeftina navokî ya ku rêveberiya Trump jê derketiye.

Serdana Rûhanî bo Îraqê ji aliyê wezîrê wî yê derve ve wek serdaneke dîrokî hat binav kirin.

Armanca vê serdanê ew e bihêzkirina pêwendiyan di navbera Îranê û hikûmeta Îraqî de ku Şîaa wê kontrol dikin û ew hevalbenda bihêz a Tehranê ye.

Ev serdan, her wiha bersiv e ji bo serdana bilez a serokê Amerîka Donald Trump bo Îraqê di meha Berçelle ya sala borî de û axaftinên Trump li dor pêwîstiya mayîna hêzên Amerîk li Îraqê wek çavdêrî ji Îranê re.

Îraq bi dirêjiya 1,400 kîlometir sînorê xwe bi Îranê re heye.

Trump di serdana xwe de, bê ku li Bexdadê raweste, bi şev çûbû bingeheke leşkerî ya serbazên Amerîkî.

Rûhanî piştre henekên xwe bi serdana Trump kir û got çûyîna Îraqê di bin tariya şevê de tê wateya têkçûna Amerîka li Îraqê.

XS
SM
MD
LG