Fermandarê Pasdarên Şoreşê yên Îranê, Husên Selamî îro Pêncşemê hişyarî da Îsraîlê ku li dijî Îranê êrîşeke muşekî ya tolhilder pêk neyîne.
"Em ji we re dibêjin ku ger hun dijî her xalekê me êrîşekê bikin, emê bi tundî êrîşî heman xala we bikin. Îran dikane xwe bigehîne paş xeta berevanîya Îsraîlê,” Selamî di axaftineke televîzyonî de got.
Di vê demê de ku bendewarî heye Îsraîl plan dike ku bersîvdana rîşa muşekî ya Îranê ya 1ê Cotmehê bide, tirsa şerekî berfireh li Rojhilata Navîn zêde bûye.
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin, bi armanca rêgirtina şerekî herêmî roja Çarşemê bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant re li ser operasyonên Îsraîlê yên li Lubnan û Gaza peyîvî.
Ofîsa seroktîya Misirê jî ragihand ku Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî di gera xwe ya Rojhilata Navîn de, li Qahîreyê bi Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî re hevdîtin pêk anî û Sîsî careke din dubare kir ku Misir naxwaze şer berfireh be.
Reuters bal kişand ku tevî hewilên dîplomatîk, Îsraîl operasyonên xwe yên leşkerî yên li Gaza û Lubnanê bi dijwarî didomîne.
Artêşa Îsraîlê li ser operasyonên li enîya bakur li Lubnanê ragihand ku heta ew hemwelatîyan bi ewlehî venegerîne malên wan li nêzî sînorê Lubnanê, ewê dest ji şerê li dijî Hizbullaha lawazkirî bernede.
Artêşa Îsraîlê da zanîn ku hêzên wê di 24 saetên borî de, fermandarek ji di nav de, 45 çekdarên Hizbullahê li başûrê Lubnanê kuştine û dest danîne ser gelek çekan.
Medyaya dewleta Sûrî jî ragihand ku Îsraîlê îro bajarê Lazqîyê topbaran kir.
Bi alîyekî din ve, xebatkarên saxlemî yên Filîstînî jî ragihand ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê îro Pêncşemê li Gazayê 11 Filîstînî kuştin û Neteweyên Yekbûyî jî li ser kêmbûna xwarin û dermanan li heman herêmê hişyarî da.
Jêder: Reuters