Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Muşekan Difirîne Ser Axa Îsraîlê


(arşîv)
(arşîv)

Artêşa Îsraîlê îro Sêşemê ragihand ku Îranê muşek firand axên wê.

Jêderên Îsraîlê dîyar dikin ku li seranserê welêt alarm lêdikevin.

Medyaya Îsraîê dide zanîn ku ji Îranê pirtir ji 100 muşek hatine firandin.

Ajansa fermî ya Îranê, IRNA jî piştrast kir ku êrîşa muşekî ya dijî Îsraîlê destpê kiriye.

Qesra Sipî demeke kin berî ku Îran muşekan bifirîne dîyar kiribû ku ew li bendê ne ku Tehran muşekan bifirîne.

Piştî daxuyanîya Qesra Sipî li herêmên navendî yên Îsraîlê alarmên êrîşên esmanî lêketin.

Îranê wek bersîva êrîşa Îsraîlê ya dijî konsulxaneya wê ya li Sûrîyê 13’ê Nîsanê pirtir ji 300 dron û muşek firandibûn Îsraîlê.

Karbidestên Amerîkî dîyar dikin ku Îran hazirîyê dike ku êrîşeke wek ya Nîsanê yan ji wê mezintir li dar xe.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG