Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Dibêje Îsraîl dê Rê Nede Hebûna Leşkerî ya Îranê li Sûriyê


Netanyahu û Zarif
Netanyahu û Zarif

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh Yekşemê di nameyeka tomarkirî de bo paneleka Waşintonê got Îsraîl dê rê nede Îranê ku bi awakî leşkerî hebûna xwe li Sûriyê biçespîne.

Axaftinên wî rojekê piştî wê bûyerê hat, dema firokeka şer ya Îsraîlî êrîşî bingeheka berguman ya Îranê kir li nêzîkî Dîmeşqa paytext ku diyar dike Rojhilata Navîn derbasî qonaxeke din a dijberiyê dibe di navbera Îsraîl û Îranê de.

Netanyahu di axaftina xwe de got:“ez dixwazim siyaseta Îsraîlê di vê derbarê de zelal bikim, Em dê rê nedin rêjîmeka ku, dixwaze dewleta Jihû tüne bike çekên navokî bidest bixe. Em dê rê nedin wê rêjîmê ku, bi awakî leşkerî derbasî Sûriyê bibe ku, hewil dide dewleta me tûne bike.

XS
SM
MD
LG