Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Berpirsekî Berê yê Wezareta Derve bi 10 Sal Zîndan Ceza Dike


Dadgeheke pêdaçûnê li Îranê cezayê 10 sal zîndan da berpirsekî berê yê wezareta derve ya welêt bi tawnabariyên sîxuriyê.

Ajansa nîv fermî ya nûçeyan Fars îro Yekşemê ji ser zimanê peyvdarê dadweriya Îranê Xulam Huseyn Muhsinî Ejehî ragihand ku dibêje dadgehê piştgiriya cezayê Kemal Amîrbeig kir li gel 200 hezar dolar bac.

Raportê agahiyên berfrehtir dabîn nekirin.

Îran kêm caran navê û postên kesên wiha diyar dike.

Desthilatdarên Îranê di van salên dawî de gelek kesên ku du nasnameyan hildigrin girtine bi tawanbariya sîxuriyê.

Gurûpên mafê mirov rexneya van girtinan dikin û dibêjin dadweriya Îranê Îraniyên ku pasportên welatên Rojava heyî digre da piştre wan wek kert bikar bîne.

Amerîka û Îsraîlê Îran wek metirsiyekê li ser herêmê dibînin û bawere agahdariyên wan programa navokî ya Îranê kiriye armanca hin operasyonên xwe.

XS
SM
MD
LG