Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Kanada di bin Bandora Rejîma Zîonist de ye


Ramîn Mehmanperest
Ramîn Mehmanperest
Hikûmeta Îranê ragihand ku Kanada di bin bandora “rejîma Zîonist” e, piştî biryara Ottawa jibo ragirtina têkelîyên diplomatîk bi Tehranê re.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Ramîn Mehmanperest roja Şembî got ku Tehran wê “bersiveke hejî bide hikûmeta tundrê ya Kanadî.”

Kanadayê roja Înî balyozxana xwe li Tehranê girt û fermana derxistina diplomatên Îranî li Kanadayê da.

Serokwezîrê Kanadî John Baird got Ottawa “hikûmeta Îranê wek mezintirîn gefe bo ser aştî û tenahîya cîhanê” dibîne.

Baird got sedema ragirtina têkelîyên diplomatîk bi Tehranê re ev in: bernama navokî ya Îranê, alîkarîya leşkerî bo Sûrîyê, dijminatîya Îranê beramberî Îsraîlê û piştevanîkirina terorê.
XS
SM
MD
LG