Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Koreya Bakur Rêkeftina Hevkarîyê Îmze Dikin


Serokê Civata Gel ya Bilind li Koreya Bakur Kim Yong Nam (çep).
Îran û Koreyaa Bakur rêkeftineke hevkarîya zanyarî û teknolojî îmze kirin.

Ajansa Associated Press ya nûçeyan ragihand ku li gor televizyona dewletê ya Îranê, rêkeftin roja Şembî li Tehranê bi amadebûna Serokê Îranê Mehmûd Ehmedînejad û Serokê Civata Gel ya Bilind li Koreya Bakur Kim Yong Nam hate îmze kirin. Televizyona dewletê pêzanînên bêtir derbarê wê rekeftinê neda.

Rêberê Bilind yê Îranê Ayatollah Ali Xameneyî gote Kim ku Komara Îslamî û Koreya Bakur gelek dijminên hevbeş hene. Xameneyî herwiha got ku divê herdu welat xwe li ber gef û fişaran bigirin da ku bigihin armancên xwe.

Herdu welat dijminên Amerîka û Rojavayê ne. Karbidestên Îran û Koreya ji berê de gotine ku ew di yek xendeqê de li şerê li dijî hêzên Rojavayê.
XS
SM
MD
LG