Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran, Kurdan Derbarê Encamdana Rêferandum"ê li Kerkuk Hişyar Dike


Roja Çarşemê Îranê Herêma Kurdistanê hişyar kir, derbarê encamdana Rêferandum'ê li bajarê Kerkuk'ê ku, dê meha bihê pêk were.

Îran dibêje, eger di rêferanduma serxwebûna herêma Kurdistanê de, kerkuk beşek be ji rêferandumê ev "provokasyonek şaşe û nayê qebûlkirin".

Encûmena parêzgeha Kerkuk, yaku ji pêkhateyên etnîkî yên cûda pêktê, doh roja Sêşemê biryar stend ku, rêferandum li bajarê Kerkuk jî dê bihê encam dan.

Rêferandum ji aliyê herêma Kurdistnaê ve hatîye destnîşankirin ku, roja 25.09.2017e, ji ber ku, Kurd li Îran û Tirkiyê jî hene, ew welat encamdana rêferandumê weke metirsî liser xwe dibînin û wê rexne dikin.

Daxûyaniya wezareta derve ya Îranê rêferandûmê weke karekê "metirsîdar" dinirxîne û dibêje, ew ji aliyê hikûmeta navendî ya Bexda, Netewên Yekbûyî û gelek welatên din hatiye red kirin.

Daxûyanî dibêje"ev dê ne alîkar be, jibo dialoga ligel Bexda bo çareserkirina pirsgirêkan û peydakirina tenahî û serkeftina biser terorîstan de".

Daxûyanî dîsan dibêje"Komara Îsalmî ya Îranê vê biryarê şaş dibîne û hişyariyê dide ku, ev binpêkirin û bezandina axa Îraqê û serweriya wê ya niştîmanî ye, Îran car din tekez dike ku, ev dê aloziyên nû peyda bike li herêmê û welatên cîranên Îraqê, ev yek nayê qebûl kirin"

Daxûyanî liser navê berdevkê wezareta derve ya Îranê Bahram Qasimî derketîye.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, Kerkuk herêmeke bi petrolê zengîne, ji Kurd, Arab û Turkmenan pêktê, ji aliyê Îdarî ve, nûha girêdayî Bexda ye, lê dikeve nava herêma xweser ya Kurdan.

XS
SM
MD
LG