Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Britanya, Fransa Û Almanya ji Amerîka Dixwazin Pêkhatina bi Îranê re Biparêz E


Arşîv: Civîna Hevbeş ya Amerîka, EU û Îranê
Arşîv: Civîna Hevbeş ya Amerîka, EU û Îranê

Britanya, Fransa û Almanya di daxwaznamek hevbş de bang li Amerîka dikin ku, piştevaniya peymana navokî ya bi Îranê re hatiye imze kirin bike.

Hersê welatên mezin yên Ewropa dibêjin , mafê Îranê heye li gûr naveroka pêkhatinê sûdê ji hilgitina sizayan bike.

Pêncşemê wezîrên derve yên hersê welatên Ewrupî tevî berpirsa siyaseta derve ya yekêtiya Ewrupa Federica Mogherini li Bruksel ev daxwazname arastey Amerîka kir, piştî bidawî hatina civîna wan ya hevbeş.

Daxwaza welatên Ewrupa wî çaxî pêkhat berî serokê Amerîka biryara dawî bistîne derbarê cardî sepandina sizayên petrolê liser Îranê, yên li gûr peymanê hat bûn hilandin.

Wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian Pêncşemê gote rojnamevanan "Pêkhatin giringe, alternatîvên wê nînin…Em xalên din yên hevdij ligel Îranê mandila nakin".

XS
SM
MD
LG