Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Bernama Navokî ya Îranê li Bexdayê Destpê Kir


Berprisê Îranî Seîd Celîlî û berpirsa rêbaza derve ya Yekîtiya Ewropî Catherine Ashton li Bexdayê, 23'ê Gulana 2012.

Danûstandinên navokî li navbera welatên mezinhêz yên cîhanê û Îranê li paytexta Îraqê destpê kir, di bizavekê de jibo çareserkirina pirsgirêka navokî ya Tehranê.

Di danûstandinên roja Çarşemê Amerîka, Brîtanya, Çîn, Fransa, Rûsya, Almanya û Îran beşdar in.

Kombûna Bexdayê, ku li Green Zone birêve diçe, duwemîn civîna diplomatîk e piştî dubare destpêkirina danûstandinan li meha Nîsanê. Yekemîn gera danûstandinan li Senbolê birêve çû.

Medyaya Îranê li ser zimanê Seîd Celîlî, serokê şanda Îranê, radigihîne ku ew hêvîdar e ku civîna Bexdayê bibe rûpeleke nû li têkeliyên navbear Rojava û Îranê yên girêdayî bi bernama navokî ya Tehranê.

XS
SM
MD
LG