Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Li Îranê Çekdar 9 Biyanîyan Li Nêzîkî Sînorê Pakistanê Dikujin


Wêne ji arşîfê ye
Wêne ji arşîfê ye

Ajansa nîvfermî ya nûçeyan ya Îranê Mehr roja Şemiyê ragihand ku çekdarên nenas neh kesên biyanî li başûrê rojhilatê Îranê li nêzîkî sînorê Pakistanê kuştin, di demekê de hewildanên herdu welatan ji bo çakkirina peywendiyan piştî êrişên tund, berdewam in.

Mehr got ku ti kes û girûpan berpirsiyariya teqînên li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê ranegihandiye.

Koma mafên Belûç Haalvash li ser malpera xwe got ku qurbanî karkerên Pakistanî bûn ku li dikaneke çakkirina otomobîlan dixebitîn. Wê got 3 kesên din jî birîndar bûne.

Teqîn dibe di demekê de ku medyaya dewleta Îranê got ku balyozên Pakistanî û Îranî vegeriyan ser postên xwe piştî girjiyên herdu welatên cîran hefteya borî ku tê de êrîşên mûşekî birin ser hev, wek armanckirina mîlîtanan, li gor ku herdu aliyan got.

Navçeya xizan demeka dirêj bû meydana pevçûnên belawela li navbera hêzên ewlekarî û çekdarên cudaxwaz û qaçaxçiyên efyonê li Afganistanê, ku berhemhênera herî mezin a madeyên hişbir e li cîhanê.

Îran xwediya nirxên herî erzan ên sotemeniyê ye li cîhanê û ev yek jî bûye sedema qaçaxçîtiya sotemeniyê bo Pakistan û Afganistanê.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG