Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Îran ji bo Tevlêbûna Peymaneke Dijî Terorê Deng Dide


Parlemana Îranê îro Yekşemê deng da li dor tevlêbûna peymaneke cîhanî ku rê li piştgiriya darayî bo Terorîstan digre, û hêvî dike ku rastî cezayên din ên navnetewî neyê.

Serokê Parlemanê Elî Larîjanî got 143 parlemanter ji nav 268an deng da ji bo tevlêbûna peymana Rawestana Dijî Piştgiriya Darayî ya Terorîzmê CFT.

Pêwîste ev piroje ji aliyê desthilata destûrî ve bê pesendkirin da ku bibe yase.

Îran bû demeke dirêj e piştgiriya Hizbullah a Libnanî û gurûpên Filestînî dike ku welatên rojava wan wek rêxistinên terorîst dibînin.

Bi tevlêbûna CFT re, wê daxwaz ji Îranê bibe ku pêgir be bi bîrokeyên rêxistina Hikûmetên cîhanî, ku li dijî paqijkirina pereyan li seranserî cîhanê kar dike.

Radîkalên Îranê li dijî pirojeyê ne û dibêjin ewê metirsî be li ser serweriya Îranê. Hin xwendekarên radîkal îro Yekşemê li derveyî parlemanê xwepêşandan li dijî pirojeyê kirin.

XS
SM
MD
LG