Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Pêşniyara Danûstanên Navokî Dike


Îran Pêşniyara Danûstanên Navokî Dike

Îranê pêşniyara kiriye gerek nûya danûstanan li ser programa wê ya navokî ya kêşe li ser bête kirin, li demekê de wek xoya ceribandina mûşekên xwe yên dûrhawêj bi direng êxistiye ku biryar bû roja Şemê bi rêve bibe.

Ajansa dengûbasên fermiya Îranê IRNA dibêje danûstankarê navokî yê Îranê Seîd Calîlî bangê endamên gropa 5+1, ( Amerîka, Rusiya, Birîtaniya, Fransa, Çîn û Alman) kiriye, vegerin ser mêzê danûstanan.

Pênc endamên herdemiyên Civata Tenahiya Neteweyên Yêkgirtî li gel Alaman, cara dawiyê meha yek li sala 2011ê li gel Îranê kom bûn. Wî demi, Celîlî got Tehran dest ji mafê xwe yê teknolociya navokî, di nav de zaxkirina uraniumê bernade.

Hevdem, ajansa dengûbasên Reuters ji peyvdarê Yêketiya Ewropa veguhest dibêje ew grop vekirî dimîne bo danûstanên bi mifa ku çi pêşmercan ji layê Îranê ve negre xwe.

Hêzên rojavayî Îranê tometbar diken programa navokîya xwe bo çêkirina bombên etomê pêşve dibe. Îran dibêje meremên wê programa navokî aştiyane ne.

XS
SM
MD
LG