Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Brîtanya bi Awayekî Hilweşîner di Protestoyan de Heye


Wezareta Derve ya Îranê îro Duşemê ragihand ku tilîya Brîtanyayê bi awayekî hilweşîner di protestoyên de heye.

Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî dîyar kir ku girtina hin kesên girêdayî Brîtanyayê rola Londonê eşkere dike.

Kenanî got ku London bi awayekî hilweşîner di bûyerên dawî de heye.

Tehranê do Yekşemê dabû zanîn ku 7 kesên girêdayî Brîtanyayê hatine girtin.

Protestoyên girseyî yên li Îranê piştî Jîna Emînî di derdestîyê de hat kuştin destpê kir.

Amerîka û hevbendên wê ser bûyerên li Îranê rû didin dibêjin ew bi gelê Îranê re.

Tehran, Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî bi gurkirina girjîyê tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG