Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Dijî Hikûmetê li Seranserê Îranê Didomin


Xwepêşandan li gelek bajarên Îranê di rojan 14an de berdewam dikin, ku ji dema keça kuştina Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ya 22 salî ser destê polîsê Îranê, destpê kirin.

Li gor ragihandina dewleta Îranê û nûçeyên ser medyaya civakî, xwepêşandan li dehan bajaran do Pencşemê berdewam kirin, bi taybet jî li herêmên Kurdan.

Li kolanan bajarên wek Tehran, Qum, Reşt, Sine, Mescid-i-Suleiman û bajarên din xwepêşanderan daxwaza hilweşandina rejîma Îslamî ya Îranê dikin.

Lê, di xwepêşandanên hejmara kuştîyan her ku diçe bilind dibin û tundûtûjîya hêzên ewlekarîyê bi karanîna gaza hêsir, daran û di hin rewşan de, guleyên rastîn,zêde dibe.

Rêxistineke Mafên Mirovan ya Îranê ku navenda wê li Norwêcê ye, li ser Twitterê got ku "Bi kêmî ve 83 kes di nav wan de zarok jî hene, hatine piştrastkirin ku di xwepêşandanên Îranê de hatine kuştin."

Komên mafên mirov dibejin ku heta niha ku bi dehan çalakvan, xwendekar û hunermend hatine binçavkirin.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) li ser Twitterê dîyar kir ku li gor agahîyên di destên wan de hêzên ewlekarîyê ji 16’ê Îlonê vir ve, herî kêm 28 rojnamevan girtine.

Di heman demê de, Wezîra Derve ya Almanya do Pêncşemê got ku ew dixwaze Yekîtîya Ewrupa (YE) ser Îranê toleyan ragihîne; jiber kuştina Jîna Amîni u helwesta Tehranê ya hember xwepeşandanên didomin.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî do got ku xwepeşandanên heyî gava herî dawî ya hêzên dijmin yên Rojavayî dijî Îranê ye.

"Dijmin 43 sal in ku li hember Îrana Îslamî hesabên şaş dike, bi xeyala ku Îran welatekî lawaz e ku dikare were kontrol kirin," Reîsî got.

Jîna Amînî ya ji bajarê Seqezê li parêzgeha Kurdistanê, di 13’ê Îlonê li Tehranê bi tawana "li xwekirina cil û bergên ne guncaw" ji hêla polîsên exlaqî yên Îranî hatibû desteser kirin.

Amînî sê roj şûnda, di 16’ê Îlonê de, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û xwepêşandanên herî mezin yên ji 2019’an vir ve destpê kirin.

XS
SM
MD
LG