Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Xwepêşandan li Dijî Bilindkirina Buhayê Benzînê Dibin


Xwepêşandeke berê li Tehranê
Xwepêşandeke berê li Tehranê

Xwepêşanderan li jimarek bajarên Îranê rê girtin û pevçûn di navbera wan û hêzên polîs de derketin holê li dijî zêdekirina buhayê benzînê ku hikûmetê berê ew erzan dida.

Xwepêşandanên ku herçendî ne bi hêza yên berî du salan bûn, fişareke nû didin ser hikûmeta serokê welêt Hesen Rûhanî.

Di demekê de ku hilbijartinên parlemanî yên Îranê nêzîk dibine, Rûhanî hewil dide Îraniyan razî bike bi bîrokeya mayîna di rêkeftina navokî ya li gel hêzên mezin ên cîhanê de.

Derketina Amerîka ji rêkeftinê, girjî di navbera Amrîka û Îranê de û her wiha li herêmê jî bilind kirine.

Hin vîdyoyên li ser Internêtê xwpêşandanên aştiyane nîşan dan ku hatûçû li ser riya sereke ya Îmam Elî bend kir.

Xwepêşandaneke mezin li bajarê Kimanşah bû û polîs gazên rondikrêj bikar anîn.

Li bajarê Tebrîzê jî pevçûb di navbera Polîs û xwepêşanderan de bûn.

Ajansa Dewletê ya nûçeyan IRNA ragihand ku şeva borî tundutijî li bajarê Sirjan derket holê, xwepêşanderan hewil da ku agir berdin bingeheke niftê û polîs ew rawestandin.

XS
SM
MD
LG