Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkirdeyê Bilind ê Îranê Huşdariyê li dijî Xwepêşanderên Welêt Dide


Serkirdeyê bilind ê Îranê îro Yekşemê piştgirî da biryara hikûmetê ya zêdekirina nirxa benzînê û xwepêşanderên ku êgir berdidin cihên giştî, wek çete binav kirin û bikaranîna hêzê li dijî xwepêşanderan nîşan da.

Axaftinên Ayatollah Elî Xamîneyî tên di demekê de ku desthilatdaran înternêt li seranserî Îranê daxist, ku tê gotin ew mezintirîn daxistina înternêtê ye di dîroka Îranê de.

Ji dema zêdekirina nirxa benzînê bi rêjeya 50% ve, xwepêşanderan otombêlên xwe li ser riyên sereke bicî dihêlin û tevlî xwepêşandanan dibin, li Tehrana paytext û cihên din.

Tundûtijî li hin xwepêşandanan derket pêş, xwepêşanderan agair bi hin cihan xist û teqe jî li hin xwepêşandanan bûn.

Desthilatdarên Îranê îro Yekşemê got di encama tundûtijiyan de herî kêm du kes hatine kuştin, lê pêşbîne jimara kuştiyan bilindtir bibe ji ber ku birînên hin kesan giran in.

Ajansa nûçeyan a dewletê IRNA got êrîşkeran li bajarê Kirmanşah bingeheke polîs kir armanc û endamekî polîs kuşt.

XS
SM
MD
LG