Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dê Siba Navendên Ayînî û Rewşenbîrî Veke


Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro Şemiyê li ser tilfizyonê got ku Îran dê karan û navendên ayînî û rewşenbîrî siba Yekşemê veke, bi boneya cejna Remezanê.

Wî got dê roja Duşemê ziyaretgeh vebin.

Ajansa Nûçeyan ISNA ragihand ku nimêjker divê maskan bikar bînin û lepik û nemazlixên xwe bi re bîbin.

Hefteya borî Rûhanî gotibû ku ziyaretgeh dê sibehê sê demjimêran û piştî nîvro sê demjimran vebin.

Wî got:

“Hefteya dahatû dê hemî karker vegerin ser karên xwe... em dikarin bêjin ku me sê qonaxên girêdayî vîrusa koronayê derbas kirin.”

Li gor Rûhanî, qonaxa çaran ew e vehewandina 10 parêzgehên mayî ji 31 parêzgehên Îranê ku belavbûna vîrusê li wan kêm bû.

Wî hefteya borî her wiha gotibû ku piştî Remezanê dê xwaringeh û çalakiyên werzişî jî vebin.

Dê zanîngeh, ji bilî beşên tenduristî, di roja 6ê meha bê de werin vekirin

Li gor wezareta tenduristî 59 kes di 24 demjimêrên dawî de bi sedema koronayê mirine.

Li Îranê ta niha 7,359 kes bi vîrusê mirine û 133,521 kes pê ketine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG