Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê bi Tawana Sîxûrîyê Bo Amerîkî Sizayê Sêdaredan Û Girtinê da Sê Kesan


Gholamhossein Esmaili

Peyvdarê dadgeha bilind ya Îranê roja Sêşemê ragihand ku dadgeha Îranê sizayê sêdaredanê daye kesekî û 2 kesên din jî sizayê demek dirêj yê zîndanê standine.

Xolamhusên Îsmaîlî peyvdarê dadgerîya Îranê dide zanîn ku kesên hatîn sizadan bi tawana ku bo CIA, Saziya Îstîxbarta Navendî ya Amerîkî kar kirine û pêzanîn derbarê bernama navokî dane Amerîka.

Xolamhusên got, ku kesê siyazê sêdaredanê standî sîxûr Amir Rahimpou e, dadgeha bingehîn ya Îranê sizayê mirinê bo Rahîmpour erê kirîye.

Peyvdar dibêje"Rahîmpour hat naskirin, dadgehkirina wî hat encamdan û sizayê sêdaredanê stand, û bi anehîya xûdê nêzîk ewê sizayê wî bihê cî bicî kirin".

Lê peyvdar Îsmailî pênasîna Rahîmpour nekirîye kanê çi kese û jiyê wî çende, CIA jî derbarê sizayê îranê daye Rahîmpour û îdîayên Îranê heta niha tiştek negotîye.

Xolamhusên daye zanîn ku herdu kesên din yên sizayê dema dirêj ya zîndankirinê wergirtine, wan di rêxistinek xêrxwazî da kar dikirin û wan ji bo berjewendiya saziya Îstîxbarata Navendî ya Amerîka "CIA" kar dikir, ew herdu kes her yekî 10 salên girtinê ji ber sûcê sîxûrî û 5 salên girtinê bi sûcê kar li dij berjewendiya netewî ya Îranê kirine hatine sizadan.

Navên kesên hatine girtin hêjî nehatine eşkera kirin, heta ku hûkmê wan yê dawiyê ji dadgehê der dikeve.

XS
SM
MD
LG