Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gemiya Îranê ya Petrolê li Peravên Çînê Diteqe Û Jêr Av Dibe


Gemiya Sanchi ya Îranê li peravên Çînê berî jêr av bibe.
Gemiya Sanchi ya Îranê li peravên Çînê berî jêr av bibe.

Gemiya Îranê ya ku Şemiya derbaz bûyî rastî bûyera lihevketinê hat bû. Yekşemê li peravên Çînê piştî agirek mezin jê bilind bû teqiya û jêr av bû, hêvîyên rizgar bûna taqima wê êdî nema, tê texmînkirin her hemû mir bin.

Mohammad Rastad peyvdarê tîma rizgarkirinê, Yeşemê got "ti hêviyek nema" ya rizgarbûna endamên taqima gemiya Sançî.

Karmendên tîma rizgarkirina gemiyê dan zanîn ku, wan sê termên din dîtine ku, dibe yên taqima gemiya Sançî bin, piştî ku li heftiya bûrî, li peravên Çînê ligel gemiya barî ya Çînê ya bi navê CF Crystal rastî pêkdadanê hatî.

Hefteyeke gemiya Îranê di şewite hemû hewildanên agir vemirandina wê sernegirtin, mediya Çînê dibêje Şemiyê 2 termên din hatine dîtin ku, tê texmîn kirin ew jî, yên taqima Sançî bin, ku 32 kes bûn, 30 ji wana welatiyên Îranê 2 jî welatiyên Bengaladêş bûn.

Tîma rizgarkirinê tenê şiya tomarên dengî yên gemiyê vegerîne. Ji hejî bîrxistinê ye ku, li Şemiya derbaz bûyî, gemiya Îranê ya veguhastina petrol "Sançî" ku li Panama hatiy tomar kirin, rastî bûyera lihevketinê hat bû li peravên Çînê ligel gemiya barî CF Crystal ya Çînê.

XS
SM
MD
LG