Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Zanyareka Frensî bi Şeş Sal Zîndan Ceza Dike


Zanyara Frensî ya Îranî Farîba Adilxah
Zanyara Frensî ya Îranî Farîba Adilxah

Parêzerê zanyara Frensî ya Îranî Farîba Adilxah ji ajansa Reutersê re îro Şemiyê got ku Îranê cezayê şeş sal zîndan daye wê bi tawanbariyên ewlekariyê.

Parêzer Seîd Dehqan got:

“Beşê 15an ê dadgeha Şoreşgerî ya Terranê cezayê 5 salan da wê bi tawanbariya plankirina dijî ewlekariya niştimanî ya Îranê. Wê her wiha cezayê salek zîndan wergirt bi tawanbariya propagandaya dijî komara Îslamî.”

Dehqan got ew dê pêdaçûnê li dijî biryara dadgehê bike.

Parêzer Dehqan meha Adarê gotibû ku Îranê tawanbariyên sîxuriyê ji ser Adilxah rakirine lê ew ji ber sûcên ewlekriyê hîn di zîndanê de ye.

Îran daxwaza Frensa ya berdana Adilxah, ku 61 salî ye û şarezaya zanistên mirov e, red dike û dibêje daxwaza Frensa destêwerdan e di karûbarên navxweyî yên Îranê de.

Îran pênasîna bi du nasnameyan nake. Wê di sala 2019an de Adilxah û zanyarekî din ê Frensî bi navê Roland Marchal gortibûn, lê Marchal di meha Adarê de hate berdan, piştî ku Frensa endizyarê Îranî Jelal Ruhullahnejad, ku ji ber binpêkirina cezayên Amerîka yên dijî Tehranê hatibû girtin, berda.

XS
SM
MD
LG