Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Serbazekî Îranê Sê Polîsan Dikuje


Ajansa Nîv fermî ya nûçeyan Fars dibêje serbazekî li başûrê welêt sê polîs gulebaran kirin û kuştin.

Raporta îro Şemiyê got buyer li bingeheke polîs a nêzîkî bajarê deryayî Bender Lengeh bû ku dora 1,000 kîlometir li başûrê Tehrana paytext e.

Ajansê got serbaz di cih de hate girtin.

Raportê bi berferhî behsa mebesta kuştinê û pileya polîsan nekir û got vekolîn li dor bûyerê dibine.

Medya Îranê carna bûyerên wiha radigihîne. Di sala 2016an de serbazekî xwe kuşt piştî ku wî sê hevalên xwe li başûrê welêt kuştin.

Şareza dibêjin sedema bûyerên wiha ew torebûna li dor leşkeriya neçar e ku du sal in û pêwîste mêrên 19 salî û jor de tevlê bibin.

XS
SM
MD
LG