Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê Projeyên Nû yên Gazê Vedike


Serokê Îranê Hesen Rûhanî qonaxeke nû ya pêşvebirina zeviyeke mezin a gaza xweristî vekir.

Tilfizyona dewletê îro Yekşemê ji ser zimanê Mihemed Meşkînfam, rêvebirê cîbecîkar ê kompaniya zeviya gazê ya South Pars, ragihand ku ev pêşketin dê bihêle Îran di berhemhînana gazê de welatê Qeterê derbas ke.

Herdû welat di nava berhemhênerên herî mezin ên gazê de ne li cîhanê, ew zeviya gazê ya South Pars li kendava Farisî dabeş dikin.

Rûhanî serkokatiya çar pirojeyan kir, li gel weberhênana salane bi nirxa 5 milyar dolar.

Her pirojeyek dê 56 milyon metrên din ên gaza xweristî çêke, li gel 600 milyonên ku berê berhem dide.

XS
SM
MD
LG