Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Stelaytek Berda Lê Dîsa Negihîşte Valahiya Esmên


Tilfizyona dewleta Îranê îro Yekşemê ragihand ku Îran di hewildana şandina stelayta Zefer a Îranî bo valahiya esmên de têk çû.

Peyvdarê programa esmanî ya wezareta berevaniya Îranê Ehmed Huseynî, ji tilfizyona dewletê re got setelayta Zefer negihîşte valahiya esmên wek ku hatibû pilankirin, ji ber ku ew negihîşt leza pêwîst.

Ev cara sêyem e, ji despêka sala 2019an ve, ku Îran di şandina setelatekê de têk diçe, di çarçoweya programekê de ku Waşinton dibêje ew alîkariya Îranê dike di programa mûşekên balistî yên Tehranê de.

Li gor raportan, rokêta ku hewil dabû setelaytê bo bazinê valahiya li dor erdê hilgire, ew rokêteke çêkirina Îraniye bi navê erebeya Simorgh a esmanî.

Setelayt ji bingeha valahiya esmên a Îmam Xomeynî li parêzgeha Semnan hate şandina.

Huseynî got:

“Qonaxên yekem û duyem ên berdana setelaytê serkeftî bûn. Setelayt bi awakî durist ji rokêta hilgir veqetiya, lê di diwîyê de negihîşt leza pêwîst a ku pê tevlî bazinê valahiya li dor erdê bibe.”

Huseynî bawere ku ev têkçûn pêşketineke berbiçav e ji bo programa valahiya esmên a Îranî.

XS
SM
MD
LG