Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje wê Rawêjkarên Leşkerî li Başûrê Sûriyê Nînin


Ji ser zimanê berpirsekê ewlekariya Îranê îro Şemiyê hate ragihand ku dibêje Îranê rawêjkarên leşkerî li başûrê Sûriyê nînin û Îran piştgiriya hewlên Rûsî dike ji bo kontrokirina herêmê ji aliyê artêşa Sûrî ve.

Sekretêrê civata bilind ewlekariya niştimanî ya Îranê, Elî Şamxanî ji rojnameya Şerq re got:

“Me berê jî gotiye, Îranê rawêjkarên leşkerî li başûrê Sûriyê nînin û tevlî operasyonên dawî nebûne.”

Wî got:

“Em piştgiriyeka bihêz didin Rûsya di hewlên wê yên derxistina terorîstan de ji sînorê Sûriyê û Urdun û her wiha vegerandina Sûriyê bin kontrola artêşa Sûriyê.”

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG