Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozger: 70 Kes li Îranê bi Tawana Sixoriyê Tên Zîndankirin


Serdozgerê giştî yê Tehran ragihand ku 70 kes li Îranê bi tawana sîxorî bo welatên biyanî kirine, hatine girtin.

Ajansa Mîzan ya Nûçeyan ku girêdayî saziya dadweriya Îranê ye, dide zanîn ku doh roja Sêşemê, serdozgerê giştî yê Tehran Abbas Jaafarî gotiye 70 kes di warên cûda de bi sedema sîxoriyê li Îranê hatine girtin.

Weke ajans dibêje kesên hatîn girtin her yek bi tawanek sîxoriyê hatiye girtin dema pêzanînên welatê xwe dane welatên biyanî û dojminên Îranê, bi taybet pêzanînên derbarê, bernama atomê, pêzanînên leşkerî, siyasî, civakî û roşenbîrîyê.

Girtî hemû li Tehranê dimînin, lê neda zanîn kanê hatine darizanin yan na û sizayên hatîn dan çin e. Herweha serdozger eşkere nekirîye kanê jibo kîjan welatî sîxorî kirin e.

Wek tê zanîn sala par 18î meha 10 ya 2016an, serdozgerê Tehran ragihand bû ku, 6 kes derbarê sîxoriyê li Îranê hatine girtin.

XS
SM
MD
LG