Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Liv û Tevgera Leşkerî li Herêma Şehba


Leşkerên Rûs li herêma Til Rafaat
Leşkerên Rûs li herêma Til Rafaat

Di çend rojên borî de hate ragihandin ku hêzên Rûsî xwe ji derdora bajarokê Til Rifet yê herêma Şehba vedikşînin. Di heman dema de hate zanîn ku artêşa Sûrî û milîsên bi ser wê de hebûna xwe li deverê zêde dikin.

Rojnamevan Sîpan Can vê liv û tevgera çêdibe weke eşkerebûna nakokîyên di navbera sêgoşeya Astana anku Rûsya, Îran û Tirkîyê nîşan dide.

Can nêrîna xwe wiha şîrove dike: “Xuya ye ew peymanên tektîkî di navbera hêzên Astana de dê birûxin, ku bi vekîşna hêzên Rûsî Îran û Tirkîyê dide hember hev”.

Di vê derbarê de çapemenîya bi ser hikûmeta Sûrî ve zêdekirina hêzên hikûmetê weke bertek li hember gefên Tirkîyê şîrove kirin bûn.

Rojnamevan Sîpan Can - Bakurê Sûriyê
Rojnamevan Sîpan Can - Bakurê Sûriyê

Lê Can wê weke bersiveke Îranê dibîne ku Tehran ji derveyî rêkeftinên Rûsî û Tirkî maye û ew jê ne razî ye, “Loma ez dûr nabînim ku şerekî bi wekalet di navbera Îran û Tirkîyê de li wir derkeve” Can dibêje.

Her di vê navberê de Can metirsîyên li ser penaberên Efrînê yên li Şehba bi bîr tîne, ku bi deh hezaran Efrînî piştî êrîşa Tirkîyê dijî herêma wan koçberî Til Rifet û deverên derdorê li Şehba bûbûn.

Can hişyarî dide û fikrên xwe wiha parve dike: “Divê tedbîr bên girtin, û civaka navdewletî kampên penaberan piştguh neke û wan biparêze”.

Bi nava egerên alozbûna rewşa herêmê Can dûr nabîne ku koalisyona navdewletî û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî destwerdanê bikin.

“Gelek nûçe hene ku DAIŞ xwe ji nû ve li Îdlib rêxistin dike, her wiha agahî hene û endamên DAIŞê li Efînê jî tên dîtin, ev yek rê dide kowlisyon û HSDê berê xwe bidin wê deverê”.

Hêjayî gotinê ye ku bajarokê Til Rifet û çend gund û deverên din li Şehba di sala 2016an de ketibû destê Artêşa Şoreşgeran anku Ceyş El-Suwar.

Di 2018an de piştî destdanîna Tirkîyê li ser Efrînê hêzên Kurdî xwe li wir bi cih kirin her wiha hêzên cuda weke rêjîma Sûrî, milîsên bi ser Îranê her wiha Rûsya hin xal û bargehên xwe ava kirine.

Newroz Reşo - Efrîn 11 04 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:05 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG