Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Serokê Amerîka Donald Trump Şermezar Dike


Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Behrem Qasimî

Îranê bi tundî serokê Amerîka Donald Trump şermezar kir li dor twîteka wî ya piştgiriya pêla protestoyên abûrî li bajarên Îranê.

Tifizyona dewletê îro Şemiyê ji ser zimanê peyvdarê wezareta derve Behrem Qasimî ragihand ku “ Xelkê Îranê çi giraniyê nade gotinên xapînok û keysbaz ên berpirsên Amerîka an yên Trump.”

Serokê Amerîka demekê berê îro Şemiyê di twîtekê de piştgiriya xwe bo xwepêşanderan anîbû ziman.

Protestoyên abûrî roja Çarşemê li bajarê Meşhed destpêkir.

Berpirs dibêjin 50 xwepêşander hatine girtin.

XS
SM
MD
LG