Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Berevaniya Biryara Xwe ya Bendkirina Taqîkereka NY Dike


Îranê îro Şemiyê berevaniya biryara xwe ya bendkirina taqîkereka Neteweyên Yekgirtî kir ku hefteya borî nehîşûtribû ew derbasî bingehe navokî ya Îranê be.

Peyvdarê ajansa navokî ya Îranê Behrûz Kemalavandî got hikûmeta Îranê bi awakî yasayî tiştekî şaş nekiriye dema ku nehîşt taqîkereke jinroja 28 meha borî derbasî bingeha navokî ya Natnaz be.

Îran idîaa dike ku bermayên hin medeyên teqîner bi taqîkera Neteweyên Yekgirtî re hebûn. Neteweyên Yekgirtî ev idîaa red kir.

Kemalavandî got:

“Sedema ku xanima taqîker hatibû redkirin ew e ku madeyên berguman bi wê re hatin dîtin.”

Wî got Îranê mafê xwe yê rewa bikar anî, li gor rêkeftina Îranê ya li gel Ajansa Wizeya Etomî ya Navnetewî.”

Kemalavandî got Îranê ti bend nedane ser taqîkerên Neteweyên Yekgirtî.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG