Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibeje Ew bo Pêguhertina Girtîyan bi Amerîka re Amade Ye


Iran-US prisoners
Iran-US prisoners

Nûnerekî Rûsî û çavkaniyên nêzîkî guftugoyên li Viynayê roja Sêşemê gotin ku guftûgoyên li ser vegerandina peymana ji bo sînordarkirina bernameya navokî ya Îranê û kêmkirina sizayan nêzîkî encamê ne.

Di demeke nêzîk de tê çaverêkirin ku pevguhertina girtîyan di navbera Îran û Amerîkayê de were kirin.

Nûnerê Rûs Mikhail Ulyanov li ser Twitterê got, "Xuya ye ku guftugoyên li ser vegerandina #JCPOAyê ber bi dawîbûnê ve diçin," bi navê tevahî peymana 2015’an, Plana Berfireh a Çalakiyê ya Hevbeş bikar anî.

Ajansa Reutersê hefteya borî ragihandibû ku peymana Amerîka û Îranê li Viyanayê piştî çend mehan ji guftugoyen di navbera Tehran û hêzên cîhanî de ji bo jinûvekirina peymana navokî, ya ku di sala 2018an de ji alîyê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ve hat betal kirin û cezayên berfireh li ser Îranê hatin danîn.

Diplomat dibêjin di peş peymanê de yek ji wan mijaran serbestberdana girtiyên Rojavayî yên li Îranê ne heye.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîrabdollahiyan roja Şemiyê got ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo pevguhertina yekser ya girtîyan bi Amerîka re amade ye.

XS
SM
MD
LG