Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûhanî Dibêje Îran di bin Fişarê de Dê Qet Axaftinan bi Amerîka re Neke


Serokê Îranê Hesen Rûhanî

Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro Yekşemê di konferanseke tilfizyonî de got ku Îran di bin fişarê de dê qet axaftinan bi dijmina xwe ya demdirêj Amerîka re neke û alîkariya Îranê bingehîn e ji bo ewlekariya Rojhilata Navîn.

Rûhanî got:

“Îran di bin fişarê de dê gotûbêjan qet neke… Emê xwe ji fişara Amerîka re qet sisit nekin û li ser bingeheke lawaz qet gotûbêjan nekin. Dê `fişara herî tund` a Amerîka têk biçe.”

Ji sala 2018an ve, girjî di navbera Amerîka û Îranê de gur bûne û kuştina generalê Îranî Qasim Sulêmanî ji aliyê Amerîka ve li Îraqê, ew girjî hîn bilindtir kirine.

Rûhanî di axaftina xwe de got:

“Ewlekirina aştî û seqamgîriya herêma hestdar a Rojhilata Navîn û Kendava Farisî bêyî alîkariya Îranê ne pêkan e.”

Tê zanîn ku Îran bi riya hevalbendên xwe yên herêmî tevlî şer û nakokiyên gelek welatên herêmê dibe.

XS
SM
MD
LG