Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Li Dor Kuştina Suleymanî Cezayan Dide Ser Hin Amerîkiyan


Îranê îro şemiyê ceza dan ser bi dehan Amerîkiyên din, ku piraniya wan ji artêşa Amerîkayê ne, li dor kuştina generalê Îranê Qasim Suleymanî di sala 2020an de.

Wezareta derve ya Îranê got 51 Amerîkî berê hatine aramancgirtin li dor “ terorîzm” û binpêkirinên mafên mirovan.

Sepandina van cezayan dê bihêle Îran destê xwe bide ser her sermiyanekî wan Amerîkiyan li Îranê, lê nebûna ti sermiyanên wan tê wateya ku ev ceza dê tenê sembolîk bin.

Medya xwecihî ya Îranê daxuyaniyeke wezaretê belav kir ku tê de dibêje ew 51 kes hatine cezakirin ji ber “rola wan di kiryara terorîst a Amerîkayê de li dijî şehîd Qasim Suleymanî û hevalên wî û her wiha ji ber handeriya terorê û binpêkirina mafên bingehîn yên mirovan.”

Suleymanî, komandarê hêzên Quds li Îraqê di êrîşa firokeke bê firokvan de roja 3ê yê meha Çileya sala 2020an hate kuştin.

Serokê Amerîka yê wê demê Donald Trump fermana kuştina wî da.

Îran û Amerîkayê niha beşdarî axaftinên ne rasterast li Viennayê dibin ji bo nûvejandina rêkeftina navokî ya sala 2015an.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG