Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Hebûna Amerîka Li Sûriyê Ziyan Gihandiye Aştî û Ewlerkariyê


Wezareta derve ya Îranê dibêje hebûna leşkerî ya Amerîka li Sûriyê ziyan gihande herêmê.

Ajansa fermî ya nûçeyan IRNA îro şemiyê ji ser zimanê peyvdarê wezaretê Bahram Qasimî raginad ku dibêje hebûna hêzên Amerîkî li Sûriyê di dema şerê navxweyî de ziyan gihandiye aştî û ewlekariya herêmê.

Qasimî dibêje:

“Belavbûn û hebûna hêzên Amerîkî li herêmê şaş bû, ne rewa bû û girjî çêkirin.”

Ev axaftin tên piştî plana serokê Amerîka Donald Trump ya vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê.

Îran piştgireke sereke ye ji hikûmeta Sûriyê re.

Trump di twîtekê de roja Çarşemê ragihand ku ewê 2000 leşkerên Amerîkî ji Sûriyê derxe.

XS
SM
MD
LG