Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Ew dê Bersiva Amerîka Bide Eger Kêşeyan ji Tankerên Wê re Çêke


Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro Şemiyê li dijî Amerîka huşdarî da û got ew dê tolvedanê bikin eger Waşinton kêşeyan derxe pêş tankerên Îranê yên ku niftê digihînin Venezuela yê, li gor ajansa nîv-fermî ya welêt Mehr.

Mehr ragihand ku Rûhanî di axaftineke telefûnî de li gel mîrê Qeterê gotiye,“Eger tankerên me li deryaya Karîbî, yan li her cihekî din ji aliyê Amerîka ve rastî kêşeyan bên, ew jî (Amnerîka) dê rastî kêşeyan bibe.”

Li gor agahiyên Refinitiv Eikon, 5 tankerên hilgirên niftê yên Îranî nêzîkî deryaya Karîbî bûne û pêşbîne roja Yekşemê bigihin deryaya Venezuela.

Rûhanî go:

“Îran dê qet destpêşxeriya nakokiyê neke. Me herdem mafê berevaniya serwerî û serbixweyî yê heye û em dê xizmeta berjewendiyên xwe yên niştimanî bikin û em bi hêvî ne ku Amerîka dê şaşiyekê nekin.”

Waşinton hin bersivdanekê dide ber çavan, li gor berpirsekî ku berferehiyên bersivdanê şîrove nekirin.

Amerîka van demê dawî hebûna leşkerî li deryaya Karîbî bihêz kiriye, lê peyvdarê Pentagonê Jonathan Hoffman roja Pênşemê gotibû ku ew ji ti operasyonên girêdayî tankerên Îranê ne agahdarin.

Wezîrê berevaniya Venezuela gotiye dê leşkerên wan li gel tankeran bin dema ew bigihin herêma abûrî ya welêt.

XS
SM
MD
LG