Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Tawanbariyên Amerîka li dor Pêşkêşkirina Alîkariyan bo Venezuela Red Dike


Îranê îro Şemiyê idîayên Amerîka red kirin li dor pêşkêşkirina alîkariyan bo Venezuela û ew wek axaftinên "bê bingeh" binav kirin.

Hefteya borî wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo gotibû hejmarek balafirên Îranî “piştgiriyeke nehênî” ji hikûmeta Venezuela re şand.

Ajansa Associated Press, meha borî ragihandibû ku kompaniya Mahan Air a Îranî madeyên kîmawî yên ku di berhemhênana benzînê de têne bi kar anîn şandine welatê Amerîkaya Başûr.

Venezuela rastî kirîzeke tund a kêmbûna benzînê bûye, her çendî wê êdekeka mezin a niftê heye li cîhanê.

Îran û Venezuela herdu jî di bin cezayên abûrî yên Amerîka de ne û di van bîst salên dawî de pêwendiyên wan gelekî baş in.

Wezareta derve ya Îranê di twîtekê de got:

“Axaftinên bê bingeh hatine kirin wek amadekarî ji bo zêdekirina fişara Amerîka li ser hikûmeta Venezuelayê.”

Rêveberiya Donald Trump hewl dide serokê Venezuela yê sosyalîst Nicolas Maduro ji ser deshilatê daxe û li şûna wî serkirdeyê opozisyonê Juan Guaido bike serok.

XS
SM
MD
LG