Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Îranê di Şeş Mehan de Du Caran Huşdarî Da Firokên Amerîkî


Tilfizyona Îranê ya bi zimanê Erebî, el-Alem, ragihand ku bingeha berevaniya esmanî ya welêt di şeş mehên borî de du huşdarî dan firokên Amerîka yên agahdariyê ku nêzîkî esmanê Îranê bûn.

Malpera tilfizyonê ji ser zimanê serokê berevaniya esmanî ya welêt general Ferzad Îsmaîlî ragihand ku Îranê huşdariyek 21ê meha Adarê da firoka U2,lê cihê balafirê diyar nekir.

Wî her wiha got wan 26ê meha Tebaxê huşdariyek da firokeke bê firokvan a Amerîkî.

General Îsmaîlî got:

“Em rê nadin firokên wiha derbasî esmanê me bin û eger pêwîst be emê wan bînin xwar.“

Di van salên dawî de, Îranê gelek caran çalakiyên wiha ragihandin da ku şiyanên hêzên xwe yên leşkerî diyar bike.

XS
SM
MD
LG