Wezareta Derveyê Amerîka îro Çarşemê ceza danî ser karbidestên Îranî jiber binpêkirin û tundûtûjîya dijî jinên Îranî û binpêkirina mafên xwepêşanderên aştîyane yên Îranî.
Di daxuyanîya wezaratê de hat nivisandin:
“40 roj derbas bu ji mirina Mahsa Amînî ya 22 salî di destê hêzên bi navê “Polîsê Exlaqê” ya Îranê de û em tevlî şîna malbata wê û gelê Îranê dibin. Amerîka pabend e bi piştgirîkirina gelê Îranê û piştrastkirina berpirsên tepeserkirina hovane ya li ser xwepêşandanên netewî yên berdewam li Îranê.”
Daxuyanîyê bi berdewamî got ku Wezaretên Derveyê û Xezîneyê ceza datînin li ser 14 kes û 3 sazî yên Îranê ji ber berpirsîya wan di tepeserkirinên dawî de.
Karbidestên Îranî ku di cezayên îro yên hikûmeta Amerîkî de bûn armanc ev in: Hîdayet Farzadî, Seyîd Heşmatullah Hayat el-Ghaib, Heyder Pasandideh, Murad Fathî, Murteza Pirî û Mihemed Husên Xusrevî.
Li gor daxuyanîya Wezarata Derveyê ew kesen ku hatine ceza dayîn di nav sîstema zîndanên Îranê de, di nav wan de li zîndana Evîn û li istana Sîstan û Belûçistan û Kurdistanê, di nav yên din de, xwedî postên rêberîyê ne.