Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keça Girtîyê Amerîkî li Îranê Dibêje Baweriya Wê Bi Hewlên Amerîka Nemaye


Morad Tahbaz
Morad Tahbaz

Keça jîngehparêzekî ku ji aliyê Îranê ve hatîye girtin, roja Şemiyê got ku baweriya wê bi hewldanên serokê Amerîka Joe Biden ji bo azadkirina bavê wê nemaye.

Morad Tahbaz, welatîyê Îranî-Amerîkî yê ku welatîyê Brîtanyayê ye jî , 5 sal cezayê 10 salan ji zîndanê derbas kirine, piştî ku bi tawana sîxuriyê hat tawanbarkirin.

Ew di Adara 2022an de ji zîndanê hat derxistin û li mal tê zîndankirin bi danan amûreke eliktironî, dema ku du welatîyên din yên xwedî du nasname ji zîndanê hatin derxistin, Di nav wan de xebatkara alîkariyê ya Brîtanî-Îranî Nazanin Zaghari-Ratcliffe jî hebû, destûr jiwan re hat dan ku ji Îranê derkevin.

Di Tîrmehê de ji parêzerê wî re hate gotin ku ew bi kefalet hatiye berdan, lê keça wî got ku ew niha vegeriyaye girtîgehê.

Tara Tahbaz dema ku ewê ji Amerîka serdana xizmên xwe li Madrîdê dikir ji Reutersê re got, "Li gor hizra min dema ku Biden dest bi karî kirî ji me re tê gotin ku hezkiriyên me pêşînek in, û dûv re em nabînin çi gav tên avêtin, zehmet e ku meriv li hêviyê bi gere."

Wê got ku malbata wê û xizmên du girtiyên din ên Amerîkî li Îranê hêvî dikin ku Biden dem bide wan da ku çîrokên xwe di civînekê de zelal bikin ku biryar e li meha bê li Washingtonê were encamdan.

Wê got ku bavê wê, ku niha 67 salî ye, tûşî pençeşêra prostatê bibû û sê caran di girtîgehê de bi COVID-19 nexweş ketibû.

Amerîka ji Îranê xwest ku Tahbaz û du welatiyên din, Emad Şergî û Siyamak Namazî serbest berde, ku hemû bi tawanên sîxuriyê girtîne ku Washington dibêje bêbingeh in.

Peyvdarê wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel îro Şemiyê li ser malpera xwe yê Twîtterê wiha got: "Em careke din bang li Îranê dikin ku dest ji girtina bi neheqî ya welatiyên biyanî berde û welatiyên biyanî Emad Şergî, Morad Tahbaz û Siyamak Namazî serbest berde."

Namazî ku rêveberê petrolê ye, di sala 2016’an de bi tometa sîxurîyê û hevkariya bi hikûmeta Amerîka yê re bo mawê 10 salan sizayê zîndanê liser hatîye dan. Şargî di sala 2021an de hat tawanbarkirin û 10 salan siza li ser hat sepandin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG