Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran dibêje 230 Kes bi Ava Vexwarinê Jehrîn Bûn


Ajansa nîv fermî ya Îranê Faris radighîne ku 230 kes di encama vexwarina ava gemarî de li başûrê rojavayê welêt jehrîn bûn.

Raportê ji ser zimanê Şahrox Rîfayî, serokê rêvebiriya kirîzan li navçeya Ramhormoz a parêzgeha Xozistanê, ragihand ku ava gemarî hat piştî 20 demjimêran ji qutbûna ava vexwarinê ji ser welatiyan.

Rîfayî dibêje nebûna madeya klorînê di nav avê de bû sedema jehirbûna xelkê.

Rûniştvanên parêzgeha Xozistanê ji roja Înê ve xwepêşandanan dikin li dor kêmbûna avê.

Xwepêşandanan bi awakî aştiyane destpêkir lê doh Şemiyê pevçûn di navbera welatiyan û hêzên ewlekariyê de çêbûn.

Berpirs dibêjin di encama pevçûnan de yek kes birîndar bû.

XS
SM
MD
LG