Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dihere Ser Sindoqan


Gelê Îranê di nav ewlehîya xûrt û di prosesa bin kontrola dewletê de, sibe Înîyê diherin ser sindoqan ku serokekî nû hilbijêrin.

Kempeyna fermî ya 6 berbijarên seroktîyê do Çarşemê qedîyabû. Ew hemî berbijar ji alîyê desteyeke meleyan hatibûn erê kirin.

Piranîya berbijaran wek tundrê tê û dilsozên rêberê ruhanî Ayetullah Alî Xameneyî tê nasîn.

Rêberê ruhanî yê Ayetullah Alî Xameneyî bang li Îranîyan kiribû ku bi hejmarên mezin pişikdarî hilbijartinê bikin.

Jibo qezenckirina hilbijartinê, divê berbijarek 50 ji sedê hemî dengan wergire. Ku ti kes nikare serketî be, hîngê gera dûyê di hefteya paş de tê kirin.

Îranê piranîya sînorên xwe daxistin û kesên cudabîr di rojên dawî de desteser kirin û jimareke rojnamevan jî binçav kirin.

Dora 55 mîlyon kes li Îranî hene ku xwedîyê mafê dengdanê ne.
XS
SM
MD
LG