Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agir bi Fabrîka Îranî ya Petrokîmiyayî Dikeve


Ajansa Associated Press (AP) li gur kenalê TV ya dewleta Îranê radigehîne ku, roja çarşemê agir bi fabrîka petrokîmyayî ya Mobin li bendava başûr keftiye li bajarê Asaluyeh.

Çavkaniyên Îranê dibêjin, Agir hatiye kontrolkirin, heta niha 4 kes birîndar bûne, tê texmînkirin ku, di demekî zu de agir bihê vemirandin, lê fabrîke ji kar ketiye.

Heta niha nayê zanîn kanê sedema pêketina agir bi fabrîkê çi bû. Wek tê zanîn berhemên petrokîmyayî li Îranê di rêza pêşiyê ya berhemên hinartina jibo derve de ne.

XS
SM
MD
LG