Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di dema tengezarîyên digel Amerîkayê da Îranê çêkirina mûşekên xwemalî yên balîstîk û yên krûz ragihandin


Îranê roja Pêncşemê mûşekên balîstîk yên erdi bo erdi eşkere kirin û Wezîrê Parastinê Amir Hatami got menzîla wan 1,400 kîlometre ye û mûşek din yên krûz jî eşkere kirin herçend Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê xwestibû ku Îran bernama xwe ya mûşekan ravestîne.

"Mûşekên erdi bo erdi, bi navê şehîd Kasim Suleymanî, menzîla 1,400 km û mûşeka krûz ya bi navê şehîd Ebû Mehdî menzîla pirtirî 1,000 km heye," Hatami di axaftineka televîzyonê da got.

Wêneyên mûşekan di televîzyona dewletê da hatin nîşan dan û gotin "ew mûşekên herî nû ne ku dê hêza Îranê ya pêşîlêgirtinê xurtir bike".

Suleymanî, serkirdeyê Hêza Qudsê û fermandarê milîsên Îraqî Abu Mahdi al-Muhandis di meha yekem da di êrîşeke Amerîkîyê da li balafirgeha Bexdayê di konvoyê da hatin kuştin.

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî got, "Mûşek û bi taybetî jî mûşekên krûz ji bo me pir girîng in ... me menzîla wan ji 300an rakir ser 1,000an di demek ji du salan kêmtir da û ew jibo me serkevtinek gelek mezin e".

"Hêza me ya leşkerî û bernameyên me yên mûşekan jibo berevanîyê ne," wî got Ew ragihandina Îranê di wê demê da derkevt ku Waşîngton hewil dide ku ambargoya çekan ya Neteweyên Yekbûyî ku di meha dehan da bi dawî dibe di bin peymana navokî ya 2015an ya Tehranê bi hêzên cîhanê re, dirêj bike.

Tengezarî di navbera Tehran û Washington da ji sala 2018an êreve bilind bûye, dema ku Serok Donald Trumpî Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê ji rêkeftinê vekişand û û serûnû tole danan ser Îranê.

Washington dibêje armanca wê ew e ku Tehranê bide zorê da ku peymannek berfireh ya ku xebatên wê yên navokî xurtir sînordar bike, bernameya wê ya mûşekên balîstîk sînordar bike û şerên wê yên herêmî bidawî bike.

Îran jî heta ku toleyên Welatên Yekgirtî yên Amerîla li cîh bimîne, danûstandinan red dike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja Çarşemê got, Trumpî ew erkdar kirîye ku hemû toleyên Amerîkayê li ser Îranê dîsa danê li Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê roja Pêncşemê, piştî ku civatê pêşnîyara Washingtonê jibo dirêjkirina ambargoya çekan ya ser Tehran red kirî.

Reuters

XS
SM
MD
LG