Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Bersîva Toleyên Amerîka Dide


Wezareta Derve ya Îranê ser hazirîya Amerîka ya bo toleyên dijî Tehranê daxuyanîyek da.

Berdevkê Wezarata Derve ya Îranê Behram Qasimî dîyar kir ku dewleta wan dikare aborîya xwe birêve bibe.

‘’Amerîka nikare dijî neteweya me ya mezin û wêrek toleyan ragihîne. Zanebûna me têra birêvebirina peywendîyên aborî yên welatê me dike’’ Qasimî got.

Qasimî da zanîn ku dibe ku bandorên derûnî yên toleyên Amerîka hebin, lê Washington bi wan nikare armancên xwe yên aborî gêhîne.

Toleyên Amerîka yên nû yên dijî Îranê dê roja Duşemê destpê bikin.

XS
SM
MD
LG